Destpêka qonaxeke nû di peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê de
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê derbarê destpêkirina qonaxeke nû li peywendiyên Îran û Komara Azerbaycanê û danîna nexşerêyekê bo hevkariyên dualî xeber da.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê roja îniyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî: "Me di serdana fermî ya Bakûyê de, li ser beşa nû ya peywendiyan li hev kir û di hevdîtina birêz Îlham Aliyev re, nexşerêya peywendiyan bi başî hat xêzkirin."
Emîr Ebdullahiyan herwiha got: “Min bi hevkarê xwe Birêz Ceyhon Bayramov û Serokê Meclîsê re şêwirên kêrhatî kir. Amadebûna li kombûna germ a îraniyên hêja serdana min kemiland. Niha siyaseta cîrantiyê di rojevê de ye.
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan Çarşemê ji bo serdaneke yek rojî giheşte Bakuyê û bi Serokomar Îlham Aliyev, Serokê Meclisa Neteweyî Sahib Ghaffarava û Wezîrê Karên Derve Jeyhun Bayramov re hevdîtin pêk anî.