Kanûn 25, 2021 00:05 Asia/Tehran
  • Reîsî: Hilketina salvegera jidayikbûna Hz. Îsa (e.s.) firsend e ku em mînakê hevduheziyê bi bîr bînin

Serokê Komara Îslamî ya Îranê di peyamekê de hilketina salvegera jidayikbûna Hz. Îsa (e.s.) li rêberê katolîkên cîhanê pîroz kir û hilketina salvegera jidayikbûna Hz. Îsa (e.s.) firsendek da zanînê ji bo bi bîranîna mînakê mirovhezî û mizgînîderê rizgarkerê mustezefan.

Li gorî navenda ragihandinê ya Serokomariyê, Serokê Komara Îslamî ya Îranê Seyd Îbrahîm Reîsî roja înê di peyamekê de hilketina salvegera jidayikbûna Hz. Îsa kurê Hz. Meryem (e.s.), li papa Francis rêberê katolîkan û hemû xiristiyanên cîhanê pîroz kir û eva derfetek da zanîn ji bo rêzgirtina li Hz. Meryem (e.s.) û biranîna xisletên exlaqî yên mînakê mirovdostî û mizgînîderê rizgarkerê mustezefan. Wî herwiha Hz. Îsa Mesîh (e.s.)  kesek da zanîn ku li ber zilm û zora serdestxwazan rawesta û hêviya derheq pêşerojê xiste dilê mirovan.

Sibe (25ê Kanûna 2021ê Şemiyê) salvegera jidayikbûna Hz. Îsa Mesîh (S.a.) ye.

Îsa Mesîh (e.s.) yek ji pêxemberên Xwedayê mezin e ku di Qurana pîroz de pir pesna wî hatiye dayîn.

Serepeyv