Kanûn 24, 2021 21:40 Asia/Tehran
  • Ebû Turabî Ferd: Sîstema Îslamî ewlehiya herêmê zêde kiriye

Pêşnimêjê înê yê Tehranê got: Sîstema îslamî ya Îranê kariye asta ewlehiyê li navçê bi awayekî berçav zêde bike.

Li gorî nûçeya Ajansa Îran Pressê, Pêşnimêjê înê yê Tehranê "Mihemed Hesen Ebû Turabî Ferd" di xutbeyên nimêja înê yên Tehranê de wiha got: Di rewşekê de ku Amerîka û Rejîma Siyonîst sebebkarên bê ewlehî û bê îstiqrariya navça rojavaya Asyayê ne, pergala Îslamî ya Îranê karî ku asta ewlehiyê li herêmê bi awayekî berçav zêde bike û rê ji bo afirandina hêz û qawetê ne tenê ji bo Îranê belkî ji bo alema Îslamê jî serast bike.

Ebû Turabî Ferd rola şehîd general Qasim Silêmanî di dabînkirina ewlehiya navçe û cîhanê bi bîr xist û got: Şehîd Silêmanî û rêhevalên wî şehîdî di şerê li dijî DAIŞ`ê de, ewlehî ji bo gelên Îranê, herêmê û heta Ewropayê û cîhanê  xuliqand.

Pêşnimêjê înê yê Tehranê yê demkî, desnîşan kir ku girîngiya dabînkirina ewlehiya malî li kêleka ewlehiya berevaniyê ji bo deshilatê hêz û qawetê bi xwe re tîne û got: Bêyî bidestxistina çavkaniyên aborî yên bi îstîqrar û bêyî bidestxistina ewlehiya tam, kes nikar rê ji bo pêşveçûna civakê ber bi bexteweriyê serast bike.

Serepeyv