Fuad Husên: Iraaqê roleke girîng di piştgiriya ji gotûbêjên Îran û Erebistanê da heye
Kanûn 23, 2021 18:26 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Iraqê bi gotina vê yekê ku Bexdayê rokele girîng ji bo piştgiriya ji gotûbêjên navbera Îranê û Erebistanê heye, got: Em hêvîdar in ku dora pêncem a van gotûbêjan jî cih bê û ji bilî vê yekê, gotûbêjine din jî navbera Îran û welatên din ên cînar pêk were.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Fuad Husên, Wezîrê karên derve yê Iraqê roja Pêncşemiyê di press konferansa di gel Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê derve yê Îranê, li Têhranê got: Me di civîna îro da berfirehkirina pêwendiyên Îran û Iraqê di warên aborî û ticarî û berfirehkirina projeyên cûr bi cûr ku têkildarî pêwendiyên dualî ne, vekoland.
Wezîrê karên derve yê Iraqê got: Hevdîtina îro derfetek ji bo gotûbêja di warê pêwendiyên navçeyî û ewlehiyê bû.