Berdevkê Wezareta Derve: Vegera bo Burcamê dê baştirîn bijarde be
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê got ku vegereke dualî ji bo pêbendbûna bi Rêkeftina Navokî dê bibe baştirîn bijarde.
Li gorî rapora Îrana`yê, Ned Price roja duşemiyê li hevdîtina bi rojnamevanan re li bara heftemîn dewra gotûbêjên Îran û Koma 4+1 li Viyenna paytexta Otrîşê, îdiayên Emerîka û welatên rojavayî li dijî bernama navokî ya Îranê dubare kir û di vî halî de lihevkirina navbera Îranê û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê gaveke girîng û xweş da zanîn.
Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê pêşketinên li gotûbêjên vê dawiyê yên Îranê û Koma 5+1 li Viyena paytexta Otrîşê kêm nirxand, lê got: Niha me têgihîştineke hevpar ji metna ku dê bibe bingehê gotûbêjên li ser mijarên navokî, heye. Heya niha ev nivîs li ber destê me nîn e, lê ji bo vê nivîsê nexşe û rojeva me heye.
Berdevkê wezareta derve ya Amerîkayê herwiha got: ev pêşhatên han baş û erênî ne, lê bi awayên cuda dê me ber bi xala berê ya meha Hezîranê ve bibin, û hîn gelek kar hene ku divê bên kirin.
Gera heftem a gotûbêjên Viyenê piştî nêzîkî sê heftiyan ji gotûbêjên bi dû hev ên dîplomatîk û teknîkî di rewşekê de bi dawî hat ku her sê welatên ewropî tevî berxwedan û redkirina demdirêj ji daxwazên Îranê ji helwêstên xwe vekişiyan û bi vî awayî gotûbêj li ser metnek hevpar ku li gorî daxwazên Îranê ye. Helwesta Îranê dê di qonaxa bê de were şopandin.