Reîsî: Serdar Silêmanî bi perwerdekirina hêzên berxwedanê, zirûf û karîneke mezin di cîhana Îslamê de ava kir
Serokê Komara Îslamî ya Îranê amaje bi kiryarên serdar sertîp Hac Qasim Silêmanî li warê perwerdekirina hêzên berxwedêr ji welatên cuda cuda kir û got: Vê kiryarê karîneke mezin li cîhana îslamî da çêkir.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, serokê Komara Islamî ya Îranê, Seyd Îbrahîm Reîsî îro duşemê bi boneya bîranîna duyemîn salvegera şehadeta general Hac Qasim Silêmanî, bi malbata wî şehîdê hêja û karbidestên birêxistina vê merasimê re hevdîtin pêk anî û tekezî li ser kesyatiya şehîd serdar Silêmanî kir ku divê wekî kesayetiyekî bi bandor li cîhana Îslamê ji hemûyan re were nasandin û di dewamê de got: Şehîd Silêmanî ne kesayetek bû, ji hemû civakan re weke mektebeke peyamnêr bû.
Reîsî amaje kir: Xebatên şehîd Silêmanî hem tevgereke nerm û hem jî şerekî rastîn û dijwar bû. Wî şehîdê hêja dilgiraniya xwe derbarê vê yekê ku hin kes dikevin dafikai tekfîriyê û bi propagandayên jehrîn tên xapandin nîşan dida û bi awayên curbecur dixebitî ku wan bîne ser riya rast û rizgar bike.
Serokê Komara Islamî ya Îranê hebûna şiyan û qabiliyetan û pêkanîna şiyan û derfetan du prensîbên girîng dan zanîn û got: Çi bû ku Hac Qasim karî hêzên gelek baş di nav Iraq û Sûriyê de perwerde bike ji bo ku welatê xwe biparêzin û şerê li dijî zilmê bikin; Vê çalakiya şehîd Silêmanî di alema Îslamê de kapasîteya mezin çêkir.
Serdar sertîp Qasim Silêmanî, fermandarê Hêza Quds a Sipahê Pasdarên Inqilabê û Ebû Mehdî El-Muhendis, cîgirê serokê Hêzên Seferberiya Gel a Iraqê (Haşdî Şebî) tevî 8 kesên din di 3ê Çileya 2020an de di êrîşeke asmanî ya hêzên terorîst û dagirker ên Amerîkî de li nêzîkî balafirgeha Bexdayê li Îraqê hatin terorkirin û şehîdkirin.