Xetîbzade: Pêwendiyên Îran û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê teknîkî ne
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, peywendiyên Komara Îslamî ya Îranê û Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê heta ku rengê siyasî wernegirin, ewle û teknîkî da zanîn.
Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Îranê di civîna çapemeniyê ya heftane de bersiva pirsiyara Îranê Press`ê derbarê gotinên vê dawiyê yên Behrûz Kemalwendî ku gotibû, dê di demek nêzîk de kamerayên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li navenda navokî ya Kerecê werin danîn, da.
Xetîbzade amaje bi sabotajên li navenda navokî ya Kerecê jî kir û got: Me Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê agahdar kiriye ku divê ev mijar li gorî pîvanên ewlehî û dadwerî were şopandin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê destnîşan kir: Divê hûrgiliyên xirabkarî û sabotajê aşkere bibin û sûcdar bê diyarkirin.
Xetîbzade amaje bi wê yekê jî kir: Piştî pişkinînên ewlehiyê, kamerayên Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê dikarin bên danîn û sererastkirin.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê amaje bi serdana Rafael Grossî bo Tehranê jî kir û got: Di serdanê wî de li ser vê mijarê lihevkirin pêk hat, lê ji ber pirsgirêkan ev mijar nehat rojevê.
Xetîbzade amaje bi vê yekê jî kir: Îranê piştî amadekirina şert û mercan, îzna danîna kamerayên Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li devera Kerecê ragihand.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê got: Heta ku peywendiyên Îran û Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomê di çarçoveya destnîşankirî de bin, tu pirsgirêk nîne û ewle ye.