Kanûn 17, 2021 14:03 Asia/Tehran
  • Ulyanov: Çarçêva hevdîtinên Îran, Çîn û Rûsyayê li Viyanayê gelek bi kêr tê

Mîxayîl Ulyanov nûnerê hertimî yê Rûsyayê li saziyên navneteweyî li Viyenê got: Formata(çarçêva) hevdîtinên sêalî yên Îran, Çîn û Rûsyayê di hevdîtinên Viyenê de gelek bikêrhatî bû.

Li gorî rapora IRNA`yê; Dîplomatê payebilind ê Rûsî li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Şandên Rûsya, Çîn û Îranê roja Pêncşemê careke din li hev civiyan.

Ew ku nûneratiya Rûsyayê di danûstandinên Viyenê de dike, dibêje: "Ev formata sêalî di danûstandinên Viyenê yên li ser Rêkeftina Navokî de gelek bikêr bû."

Ulyanov herwiha pesnê hevdîtinên piştî civîna sêalî ya bi muzakerkerên payebilind ên Îran û Çînê, da û li Viyenê li ber Otela Coburgê bi rojnamevanan re axivî û got: Bi baweriya min (di danûstandinan de) me hin pêşketin bi dest xistiye û ez hêvîdar im ku em di rojên pêş de daxuyaniyên rastir bidin; lê pêvajo erênî ye.

Gera nû ya danustandinên Viyenê roja pêncşema buhurî bi civîna komîsyona hevpar a Rêketina Navokî dest pê kir û niha gotûbêj gihîştine qonaxeke hestyar.

Komara Îslamî ya Îranê tekez dike ku lihevkirina li ser vejandina bendên Rêketina Navokî girêdayî îradeya aliyên dijber e.

Serepeyv