Xetîbzade ber bi Trûîka Ewropayê: Weke şirîkekî adil tevbigerin
Berdevkê Wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê li ser Twitterê şeva çarşemiyê bi tundî rexne li daxûyaniya vê dawiyê ya Troîka Ewropayê girt ku tê de Komara Îslamî ya Îranê ji rewşa niha ya Rêkeftina Navokî û dirêjkirina demajoya hevdîtinên Viyanayê re tê tawanbarkirin.
Li gorî rapora IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade" li bersiva daxuyaniya hevpar a Almanya, Brîtanya û Fransayê li ser Twitterê nivîsî: Her daxuyaniyek derbarê Rêkeftina Navokî ku behsa xeletiya Amerîkayê neke, tenê zêdbûna nezanîna wan kesên ku daxuyaniyên wiha dide, derbarê rastiyan nîşan dide."
Xetîbzade got: “Eger troyîka Ewropayê dixwaze weke şirîkeke adil bi cidî were girtin, divê weke şirîkeke adil tevbigere.
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dawiya axaftina xwe de got: Ji bo Îranê wê dema ku berjewendiyên sozdayî pêk nehatin Rêkeftina Navokî 'ji hundir ve hat valakirin vêca divê ew berjiwendî werin barçavgirtin.
Mîxaîl Ulyanov, nûnerê hertimî yê Rûsyayê li Ajansa Navdewletî ya Enerjiya Atomê ya navenda wê li Viyenê, duh Çarşemê got: "Helwesta Ewropiyan di danûstandinên Viyenê de sosret e, mîna ku ew yekem car e li ser maseya gotûbêjan rûdinin."