Kanûn 13, 2021 22:37 Asia/Tehran
  • Şemxanî: Cîran yek ji serekîn sereke yên Komara Îslamî ya Îranê ne

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê pêgirî kir: Pêwendiya bi cînaran yek ji karên sereke yê Îranê ye.

Li gorî Sekreteriya Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî, “Admîral Elî Şemxanî” Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Netewî ya Komara Îslamî ya Îranê li hevdîtina îro (Duşemê) li gel sefîr û serokên nûneratiyên Îranê li welatên cîran got; Çareserkirina her alozî û şaştêgihiştinekê, pêşxistin û bihêzkirina hevkariyên berfireh, bi taybetî di warên aborî, berevanî-ewlehî û hevkariyên stratejî de, ji giringiya siyaseta derve ya Îran derbarê cîranên wê ye.

Şemxanî bal kişande ser kêmbûna hêza hegemonîk a Amerîkayê û geşepêdana hêzên nûjen û got: "Derketina Amerîkayê ji herêmê ji ber têkçûna siyasetên wê yên li Iraq, Efxanistan û Rojavayê Asyayê ye."

Sekreterê Konseya Bilind a Ewlehiya Neteweyî her wiha got: Şikestina koalîsyona Erebî li şerê Yemenê, îradeya cidî ya Hizbullaha Lubnanê ji bo parastina hevkêşeya bergiriyê û derketina Gezeyê wekî hêzeke girîng li dijî Rejîma Siyonîst mînakên nû yên geşedanên li herêmê ne.

Şemxanî herwiha diyar kir ku yek ji geşedanên herî girîng ên vê heyamê têkçûna stratejiya zexta herî zêde ya Amerîka û hevpeymanên wê li dijî Îranê ye.

Serepeyv