Erdhejeke 4.6 rîşterî li parêzgeha Kirmana Îranê qewimî
Kanûn 11, 2021 23:32 Asia/Tehran
Erdhejeke bi mezinahiya 4.6 rîşterî saet 22:26:06 a roja Şemiyê, navçeya Xanûkê li bakurê parêzgeha Kirmana Îranê hejand.
Li gorî rapora IRNAyê, ev erdhej di kûrahiya 8 kîlomitriya erdê da qewimî.
Hîn ji xisar û ziyanên gengaz ên vê erdhejê raporek nehatiye weşandin.
Bajarê Xanûkê li beşa navendî ya Şaristana Zerendê ya parêzgeha Kirmanê ye.