Kanûn 10, 2021 12:22 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bo aliyên beşdar di gotûbêjên Viyenê: Îro roja pêngavrakirinê ye

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê pêncşemiyê bi şev li ser Înstagrama xwe derbarê gotûbêjên Viyenê, aliyên rojavayî bo cihanîna sozên xwe yên berê vexwendin.

Li gorî rapora IRNAyê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li Înstagramê tevî amajeya bi vê yekê ku armanca gotûbêjên Viyenê bidestxistina lihevkirineke baş e, nivîsî: Aliyên rojavayî divê bizanin ku di heşt salên borî da bi qasê pêwîst axaftine û sozên cihneahtî dane, lê îro roja pêngavrakirinê ye û em ji bo bidestxistina lihevkirineke baş û cidî dixebitin.

Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê her wiha nivîsî: Bernameya navokî ya Îranê tam aştiyane ye, lê wêdabirina nîgeraniya navokî ya îdiayî ya aliyên rojavayî, têkiliya rasterast di gel rakirina tam a boykotên girêdayîbi Lihevkirina Navokî heye.

 

Serepeyv