Emîr-Ebdullahiyan: Îran ji bo rêkeftineke baş di danûstandinên ligel 4+1 de, cidî ye
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê li ser dilniyabûn û cidiyeta Komara Îslamî ya Îranê ji bo gihîştina lihevhatineke baş li gotûbêjên digel koma 4+1 pêgîrî kir.
Li gorî navenda giştî ragihandina wezareta derve, Wezîrê karên derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan li peywendiyeke telefonî bi Joseph Borrell berpirsê siyaseta derve ya Yekîtiya Ewropayê û hevahengkerê hevdîtinên Viyenê re, helwest û daxuyaniyên her sê welatên ewropî ne avaker û reftarên wan bi helwesteke siyasî û medyayî ya neyînî bi nav kir. Wî ev kempîn wek fakterê alozkirina rewşê û sistkirina proseya rêkeftinê wesif kir.
Emîr-Ebdullahiyan destnîşan kir: Heger hevkarên Ewropî metnên pêşniyarkirî yên Îranê bi baldarî û bêyî pêşgotinên nerast lêkolîn bikin, dê têbigihin ku ew pêşniyar di çarçova Rêkeftina Navokî de ne û li ser mijarên neqediyayî yên gotûbêjên Hezîrana 2021`an pêgiriyê dikin. Wezîrê karên derve yê Îranê rexne li berdewamiya bêhelwestiya rojava heta li gotûbêjên Viyenayê jî kir û got: Îranê heta niha ti pêşniyarên avaker û çaverêker ji aliyên din wernegirtiye û ev yeka nakok e li gel ragihandina hebûna cidî ya wan di gotûbêjan de. "
Emîr-Ebdullahiyan got: Di heyama 8 salên derbasbûyî de têra xwe gotinên bê encam hatine gotin û soz hatine dayîn, lê îro dema kar û xebatê hatiye û Îran hewl dide bigihêje rêkeftineke cidî û baş.
Wezîrê karên derve yê Îranê her wiha bal kişand ser vê yekê ku bernama navokî ya Îranê bi temamî aştiyane ye û çareserkirina nîgeraniyên navokî rasterast bi rakirina tam a dorpêçan ve girêdayî ye.
Borrell her wiha hêvî xwest ku bi hewldan û pêwendiya hemû aliyan, danûstandinên Viyenê ber bi rêkeftinê ve biçe.
Berpirsa siyaseta derve ya YE û hevrêzkarê danûstandinên Viyenê bal kişande ser vê yekê ku Amerîka û her sê welatên ewropî hatine bibîrxistin ku divê ev gotûbêj realîst bin û her du alî pêşketinan pêk bînin.