Kanûn 08, 2021 23:20 Asia/Tehran

Serokomarên Îran û Tirkiyê li peywendiya telefonî ya xwe li ser hevkariyên hevpar û cidî li warê aborî û têkoşîna dijî terorîsmê tekez kirin.

Li gor rapora navenda ragihandinê ya serokomariyê, "Seyd Îbrahîm Reîsî serokomarê Îranê" li peywendiyeke telefonî li gel Receb Teyib Erdogan serokomarê Tirkiyê, bal kişande ser pêwîstiya hevkariya her du welatan li warê şerê dijî têrorîsmê û got: Riya sereke ya têkoşîna li dijî terorîzmê, rêzgirtina ji serweriya welatan e û li gorî dîroka geş a Îranê di têkoşîna li dijî têrorîsmê de, em pêşwaziya hevkariyên hemû welatan di têkoşîna li dijî terorîzmê de dikin.

Reîsî bal kişand ser girîngiya peywendiyên Têhran û Enqerê di warên aborî û bazirganiyê yên di navbera her du welatan de û got: Di demek nêzîk de bi lidarxistina civîna hevpar li Tehranê, pêşxistina hevkariyê dê derbasî qonaxeke nû bibe.

Serokomarê Îranê amaje bi civîn û şêwirên xwe yên vê dawiyê li navçê kir û got: Pirsgirêkên navçê divê li nav welatên navçê û bi beşdariya aktîv a welatan bên çareserkirin û pêwîstî bi destwerdana biyaniyan nîne. "

Serokomarê Tirkiyê di vê pêwendiya telefonî de balkişand ser giringiya hevkariyên her du welatan bi taybetî di warê aborî û ewlehiyê de û got: Fikra hevkariya hevbeş di navbera welatên navçeyê de serwer bûye û serdanên vê dawiyê û şêwirkariyên navbera rayedarên navçê serkeftina wê nîşan dide."

Erdogan her wiha bal kişand ser lidarxistina civînên hevpar ên hevkariyê di navbera Têhran û Enqerê de û destnîşan kir: Di serdana xwe ya bê ya Têhranê de, têkiliyên her du welatan dê derbasî qonaxeke nû ya geşepêdanê bibin.

Serepeyv