Kanûn 08, 2021 11:52 Asia/Tehran
  • Amerîkayê cezayên nû li ser Îranê sepandin

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê roja Sêşemiyê di dewama kiryarên dijminane yên Waşîngtonê li dijî Komara Îslamî ya Îranê de, siza li ser 8 kes û 4 saziyên Îranê sepand.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Wezareta Xezînedariya Amerîkayê bi îdiayek pêkenok ev 8 kes û 4 saziyên Îranê bi binpêkirina mafên mirovan tawanbar kir.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê herwiha çend berpirsên Sûrî û yek jî Ugandayî xiste lîsteya cezayên xwe.

Li gorî nêrîna Amerîkayê, mafên mirovan hertim hêzeke nerm e ji bo xistina zext û zorê ser welatên serbixwe û yên dijberên sîstema serdestxwaz a Amerîkayê.

Cezayên nû yên Amerîkî di demekê de tên ku hikûmeta Joe Biden îdia dike ku ew dixwaze rê li ber vegerîna Amerîka bo rêkeftina atomî bi riya danûstandinên li paytexta Avusturyayê(Otrîşê), Viyenê, veke.

Serepeyv