Baqirî Kenî: Îran ji daxwazên xwe venagere
Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê tekez kir: “Îran ji daxwazên xwe paşde gav navêje û divê Amerîka gava yekem bavêje."
“Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê wezîrê karên derve yê Îranê li hevpeyvîna tev ajansa nûçeyan a Îtalî ANSA`yê got: Komara Îslamî ya Îranê ji daxwazên xwe yên aktîvkirina rêketinama navokî ya sala 2015`an û rakirina dorpêçan paşve gav navêje.
Baqirî Kenî her wiha got: Ji ber ku di sala 2018an de Amerîka ji rêkeftinê vekişiya, lewma divê Waşîngton gava yekem bavêje.
Alîkarê wezîrê karên derve yê Îranê her wiha got: Pêşniyarên Tehranê ji bo koma 4 + 1`ê di pêvajoya muzakireyên Viyenê de belgekirî û mantiqî ne û ji ber vê yekê dikare bibe bingehek ji bo danûstandinan.
Baqirî Kenî bi bîr xist: Ev pêşniyarên han bingehê danustandinan in û lazim e aliyê din bi belge bersiva pêşniyarên tîma Îranê bide.