Roja sêyem a gotûbêjên Rakirina Cezayên zalimane yên li dijî Îranê
Îro jî civîna grûpa Xebatê ya navokî bi amadebûna pisporên Îranê û welatên 4+1ê li hotêla Coburg a Viyenê dest pê kir.
Civîna grûpa kar a navokî bi amadebûna pisporên Îran û çar welatan koma 4+1ê îro Çarşemê li hotêla Coburg a Viyenê û li ser bingeha dabeşkirina karên berê ku welatên beşdar li ser lihev kiribûn dest pê kir. Di civîna komîsyona hevpar de, koma xebatê ya nukleerê jî dê bicive.
Civîna koma xebatê ya ji bo rakirina dorpêçan duh sêşemê bi amadebûna pisporên Îranî û aliyên din ên Rêkeftina Navokî li hotêla Coburg a Viyenê hat lidarxistin.
Li gor jêderekî agehdar; Şanda Îranê ya li Viyenê îro jî li ser mijara dorpêçan sekinî û bi cidî û bi hemû hêza xwe li ser wê yekê dixebite.
Nûnerên Îranê û welatên 4+1ê roja duşemiyê vê heftiyê heftemîn dewra gotûbêjên Komîsyona Hevbeş ya Rêkeftina Navokî li Viyenê lidar xistin.