Kanûn 01, 2021 21:27 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Rejîma Îsraîlî deng zurneya derewan bilind kiriye   da ku danûstandinan jehrî bike

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di twîtterê de ragihand ku Rejîma Îsraîlê deng zurneya derewan bilind kiriye da ku gotûbêjan jehrî û nexweş bike.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê Seîd Xetîbzade îro Çarşemê li ser Twitterê nivîsî ku Rejîma Îsraîlî ku heyat û jiyana wê bi alozî û tansiyonê ve girêdayî ye, ji bo ku hevdîtinên Viyenê jehrî bike careke din zurnaya derewan rakiriye û lê dide.

Xetîbzade li ser tora xwe ya Twitterê nivîsî: Niha hemû alî li ber ceribandina serxwebûn û îradeya siyasî ji bo pêkanîna erkê xwe ne, bêyî berçavgirtina nûçeyên sexte ku ji bo têkbirina hêviya serkeftinê hatine çêkirin.

Gera nû ya muzakireyên Îranê û koma 4 + 1 bi şandeya nû ya desteya muzakereyên Îranê ji roja duşemê ya vê hefteyê ve li Viyenê dest pê kiriye. Di van hevdîtinan de Elî Baqirî Kenî alîkarê wezîrê derve serokatiya koma muzakereyên Îranê dike.

Serepeyv