Emîr Ebdullahiyan: Em di danûstandina rêkeftineke baş de cidî ne
Wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî li gel sekreterê giştî yê NY, tekez kir: Tehran tevî bêsozî û neçalakiya Amerîka û 3 welatên ewropî, bi niyeta baş û bi ciddî ketiye nav gotûbêjên navokî yên Viyenê û hewl dide bigihêje peymanek baş e."
Li gorî rapora Duşemiyê bi şev a IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan wezîrê karên derve yê Îranê li gotûbêja telefonî bi Antonîo Guterres sekreterê giştî yê Rêxistina Neteweyên Yekbûyî (NY) re li bara mijarên navçeyî û navneteweyî ji wan geşedanên li Efxanistanê û gotûbêjên navokî li Viyenê gotûbêj kir.
Emîr Ebdullahiyan taybetiyên rêkeftineke baş diyar kir û got: “Divê aliyên hember hemû erkên xwe yên di Rêkeftina Navokî de cih bînin; Di vê rewşê de Îran jî dê pêngavên xwe yên qerebûkirinê rawestîne.
Wî di dewama axaftina xwe de bal kişand ser gotûbêjên avaker û ber bi pêş ên serokê Rêxistina Enerjiya Atomê ya Îranê û Rafael Grossî, rêveberê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê li Tehranê û destnîşan kir: Tehran dê hevkariyên teknîkî bi IAEA re bidomîne.
Sekreterê Giştî yê Netewên Yekgirtî Antonio Guterres bi pêşewazîkirina ji destpêkirina gotûbêjan û piştgiriya tam ji bo vejandina tam a Rêkeftina Navokî, hêviya xwe ji bo bi encambûna gotûbêjan nîşan da.
Guterres daxwaza Îranê ji bo nîşandana rastiya pêngavan ji bo rakirina cezayan, maqûl bi nav kir.
Emîndarê giştî Sekreterê Giştî yê NY tekez li ser wê yekê kir ku pêwîst e hemû alî di navbera her du aliyan de baweriyê ava bikin û tekezî li ser piştgîriya tevahiya Netewên Yekgirtî kir.
Yekem roja gotûbêjên Viyenê li ser rakirina dorpêçan di navbera dîplomatên pilebilind ên koma P4 + 1, Yekîtiya Ewropayê û nûnerên Komara Îslamî ya Îranê roja Duşemiyê piştî nêzîkî du saetan bi dawî hat.