Sedî 85 ji welatiyên Îranê li dijî Koronayê hatine vaksînekirin
Mijdar 28, 2021 14:50 Asia/Tehran
Wezîrê Tendurustî, derman û perwerdehiya bijîşkiyê yê Îranê ragihand: Sedî 85 ji welatiyên Îranê doza yekem a vaksîna Koronayê wergirtiye.
Li gorî rapora IRAN Pressê, Behram Eynullahî, Wezîrê Tendurustî, derman û perwerdehiya bijîşkiyê yê Îranê di komcivîna neteweyî ya "Destkefta xizmeta 100 rojî, serketina xizmeta xizmeta 100 miliyon dozên derzîlêdana tendurustiyê" da got: Li hin parêzgehan sedî 92 ji gel vaksîna yekem a Koronayê û zêdetir ji sedî 70 ji welatiyên Îranê her du doz û derdora miliyonek ji werlatiyan jî sê dozên vaksîna Koronayê wergirtine.