Li gor amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê 87 kesên din jiyana xwe ji dest dan
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 87 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 129 hezar û 549 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Şemê 27ê Mijdara 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 3 hezar û 45 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 6 milyon û 105 hezar û 101 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku şukra Xwedê heya niha 5 milyon û 853 hezar û 66 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Wezareta Tenduristî, Dermankirin û Perwerdeya Pizîşkî duh bi şev ragihand ku 324 hezar û 780 dozên vaksîna Koronayê li welêt hatine lêdan.
Wezareta Tenduristiyê her wiha ragihand ku 57 milyon û 332 hezar û 853 kesan doza yekem, 46 milyon û 328 hezar û 337 kesan doza duyem û 948 hezar û 168 kesan jî doza sêyem a vaksîna koronayê wergirtine û li Îranê li ser hev dozên vaksîna Koronayê yên hatine lêdan giheştiye 104 milyon û 609 hezar û 358 dozî.