Emîr-Ebdullahiyan: Em li ser danûstandin û lihevkirina li gorî berjewendiyên netewî cidî ne
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê bi amaje bi vê yekê ku em li ser muzakere û lihevkirinê cidî ne, bal kişande ser vê yekê ku nêrîna zelal a Komara Îslamî ya Îranê ew e ku li ser maseya gotûbêjan, maf û berjewendiya gelê Îranê dabîn bibe û divê boykot û cezayên li dijî Îranê bên rakirin.
Li gorî rapora îro şemiyê ya IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdullahiyan li vîdeoyekê derbarê 100 rojên çalakiyên Wezareta Karên Derve ya dewleta 13`an a Îranê raporek pêşkêş kir û di vê rapûorê de bal kişand ser babetên curbicur ji wan mijara Rêkeftina Navokî û wiha gotina xwe domand: Nêrîna zelal a Komara Îslamî ya Îranê ew e ku divê maf û berjewendiyên gelê Îranê li ser maseya gotûbêjan were garantîkirin û dorpêç bên rakirin û em hêvîdar in ku di gotûbêjên Viyenê de gavên bingehîn û serkeftî biavêjin.
Hevdîtinên di navbera Îran û koma 4 + 1ê de biryar e 29ê Mijdarê li Viyanayê were lidarxistin. Hikûmeta Joe Biden îdia dike ku ew dixwaze bi danûstandinên Viyanayê rê li ber vegera welatê xwe bo peymana nukleerî ya Rêkeftina Navokî serast bike.