Ulyanov: Endamên Rêkeftina Navokî beriya hevdîtinên Viyanayê di civînên nefermî de gotûbêj dikin
Nûnerê Rûsyayê di rêxistinên navdewletî de ragihand, beriya danûstandinên roja Duşemê, rojên şemî û yekşemê dê civînên nefermî yên endamên Encûmena Asayişa Navdewletî li Viyenê bên lidarxistin.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Mîxaîl Ulyanov, nûnerê Rûsiyê li rêxistinên navneteweyî yên navenda wê li Viyenê, li ser hesabê xwe yê Twîterê ragihand ku civînên nefermî yên beşdaran li Rêkeftina Navokî bi formatên curbicur ji bo amadekariyên ji nû ve destpêkirina muzakirên Viyenayê dê ji îro şemî û yekşemiyê ve dest pê bikin.
Pêştir Seîd Xetîbzade berdevkê wezareta karên derve ya Komara Îslamî ya Îranê di twîtekê de li ser berawirdkirina nêzîkatî û kiryarên Emerîka / Troyîka Ewropa û Komara Îslamî ya Îranê nivîsîbû: Di dema hevdîtinên Viyanayê de, Amerîka û troyîka Ewropayê daxuyaniyên sexte didin û li ser boykotan zêde dikin, hekayet û niqaşên berevajî çêdikin û li hember gefên Îsraîlê bêdeng dimînin.
Xetîbzade her wiha got: Îran daxwaza lihevhatina baş a bilez û cîbicîkirina tam a Rêkeftina Navokî û biryara 2231 dike û şêwirên navçeyî dike; ya baş eva ye ku karên pêşîn ên her du aliyan werin hemberkirin û berawirdkirina .
Wezîrê karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahîyan, jî bi gotina "Em amadene li ser maseya muzakireyên Viyenê bigihin rêkeftineke baş" û di dewamê de got: Vegera hemû alîyan ser soz û peymanên xwe, prensîba girîng û hînker e.
Hevdîtinên di navbera Îran û 4 + 1ê de biryar e Duşemê 29ê Mijdarê li Viyanayê werin lidarxistin. Hikûmeta Joe Biden îdia dike ku ew dixwaze bi danûstandinên Viyanayê rê li ber vegera welatê xwe bo peymana nukleerî serast bike.