Serokomarê Îranê : Parastina jîngehê, cureke sermayeguzarî ye
Serokomarê Îranê parastina jîngehê sedema hêz, ewlehî û cureke sermayeguzarîya demdirêj zanî û got: Jibo parastina jîngehê divê têkilîya zanîngehan wek odeyên fikrê û dezgehên kargêr were xurtkirinê.
Seyîd Ibrahîm Reyîdî îro di civîna tev bijare û çalakên jîngehê da got : Berçavgirtina jîngehê divê bibe ewlewîyeteke roja îro ya mirovan û civaka mirovantîyê divê derheq xisarlêdana li jîngehê hestyar be.
Reyîsî herwiha got : Mixabin zilhêz xirabtirîn sûdê ji jîngehê werdigirin û paşê bi mêkanîzmekê, mijara jîngehê weke darê destan dijî welatên di halê pêşketinê da bi kar tînin, weke meseleya mafên mirovan ku roja îro mezintirîn binpêkerên wan mafana, idiakerên mafên merivan li welatên roajvayî ne.
Reyîsî herwiha got : Parastina jîngehê wek neimeteke ilahî jibo jîyana merivan û hemî canliberan divê were berçavgirtinê û di vê çarçovê da pêwîst e ku binesazîyên pêwîst anegorî vê erkê bên aamdekirin û serederîyên nedurist têkildarî jîngehê werin sererastkirin.