Mijdar 18, 2021 17:12 Asia/Tehran
  • Ulyanov: Di danûstandinên li ser rakirina cezayên li ser Îranê de, em pêşveçûneke pir erênî dibînin

Nûnerê Rûsyayê di danûstandinên Viyenayê de şeva Çarşemê li ser Twitterê behsa pêşketinên muhtemel di danûstandinên pêşerojê de kir.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Fars News`ê, Mîxaîl Ulyanov nûnerê Rûsiyê li saziyên navneteweyî li Viyenê û serokê desteya muzakireyên rakirina dorpêçên ser Îranê li ser hesabê xwe yê Twîtterê nivîsî: Di danûstandinên rakirina cezayên li ser Îranê de em dibin şahidê pêşketinan û dijberên Rêkeftina Navokî jî helwêstên xwe ber çavan derbas dikin.

Ulyanov ev tweet weke bersivekê li ser tweeteke Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê civîna koma xebatê ya li ser Îranê li Riyazê û daxuyaniya wê ya dawî belav kir.

Amerîka û endamên Encumena Hevkariya Kendavê di daxuyaniyeke hevbeş de ragihandin, ku peywendiyên aborî yên bi Îranê re piştî rakirina dorpêçên di çarçoveya Rêkeftina Navokî de, di berjewendiya herêmê de ye.

Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov jî îro Înê got ku Moskow dê di civîna  29ê Mijdarê de daxwaza pêkanîna tam ya rêketinama navokî û rakirina dorpêçên ser Îranê bike.

“Elî Baqirî Kenî” alîkarê siyasî yê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, çendîn caran tekez kiriye ku armanca sereke ya gotûbêjên dahatî yên Viyenê, rakirina dorpêçên neqanûnî yên li ser gelê Îranê ye.

Serepeyv