Reyîsî: Helwêsta Îranê piştigrî ji serxwebûn û pêkhatina hakimiyeta gelanî li Iraqê ye
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i330106-reyîsî_helwêsta_Îranê_piştigrî_ji_serxwebûn_û_pêkhatina_hakimiyeta_gelanî_li_iraqê_ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara çarşemiyê di têkiliya telefonî tev Mistefa Kazimî serokwezîrê Irqê bi gotina vêya ku helwêsta bingehîn û neguhêr a Têhranê piştgirya ji serxwebûn, ewlehî û pêkhatinahakimiyeta gelanî li Iraqê ye, destnîşan kir: Îran her tim li kêleka gel û dewleta Iraqê ye.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Tesrîn 18, 2021 04:48 Asia/Tehran
  • Reyîsî: Helwêsta Îranê piştigrî ji serxwebûn û pêkhatina hakimiyeta gelanî li Iraqê ye

Serokê Komara Îslamî ya Îranê êvara çarşemiyê di têkiliya telefonî tev Mistefa Kazimî serokwezîrê Irqê bi gotina vêya ku helwêsta bingehîn û neguhêr a Têhranê piştgirya ji serxwebûn, ewlehî û pêkhatinahakimiyeta gelanî li Iraqê ye, destnîşan kir: Îran her tim li kêleka gel û dewleta Iraqê ye.

Seyid Îbrahîm Reyîsî, Serokê Komara Îslamî ya Îranê di vê gotûbêjê da bal kişande ser peywendiyên kevn ên du welatan û got: Yekîtî û yekparçetî li Iraqê mijareke stratejîk e û nabe ku tûşî kêşeyê bibe.

 

Serokê Komara Îslamî ya Îranê got: Dijminên gelên navçeyê, ewlehî, aramî û pêşketina gelê Iraqê naxwazin û bi kompologerîyê li dû armancên xwe yên qirêj in, loma gişt divê li hemberî komployên wiha hişyar bin.

 

Reyîsî di dewamê da bikaranîna hemî derfetan ji bo aramiya li Iraqê pêwîst zanî û got: Em hilbijartinê wek destkefteke girîng ji bo hakimiyerta gelê Iraqê li ser çarenûsa xwe dizanin û me her tim li ser diyarbûna çarenûsa gelan bi riya sindoqên deng tekez kiriye û di vî warî da em ji çareserkirina her cûre nediyariyekê bi riya pêvajoyên siyasî û bi awayê qanûnî û zelal piştgirî dikin.