Rêberê Giranqedr ê Înqilabê: Kolonyalîst di şerê nerm de dixwazin miletê me ji şiyan û jêhatîbûnên wê bêpar bikin
Rêberê giranqedir ê Înqilaba Îslamî ya Îranê got: Kolonyalîst di şerê nerm de dixwazin miletê Îranê ji şiyan û jêhatîbûnên wê bêpar bikin.
Hezretê ayetulah Xamineyî rêberê giranqedr ê Înqilaba Îslamî îro danê sibê li hevdîtina digel mezin û şarezayên bilind ên zanistî yên Îranê destnîşan kir: Welatê me di warê jêhatiyên derûnî de ji asta navîn a cîhanê bilindtir e, ev ne îdîayek e, ev yek hatiye îspatkirin û teqez e ku welatê me potansiyela biareya zanistî heye, miletê me xwedfiyê potansiyela bijarebûna zanistî ye.
Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî destnîşan kir: Beşek girîng ji şerê nerm ê Kolonyalîsan, hem îro û hem hertim ku îro jî berdewam e, berê zêdetir bûye, Ev tê wê wateyê ku êdî miletan ji jêhatîbûna xwe, bi taybet miletê me an jî her miletê ku xwedî jêhatîbûnê ye ji vê jêhatîbûnê dêr bêxin. Ew karekî dikin ku ev milet derheq jêhatîbûna xwe xemsar bibin,heta hebûna wê înkar bikin.
Rêberê mezin ê Inqilaba Îslamî got: Gava îhmalkirina şiyana xwe li ser miletekî were sepandin, talankirina wî miletî hêsan dibe, xemsarî û xeflet pêşenga talanê ne û talanî xemsariyê zêde dike.
Ev nûçe tê nûkirin.