Xetîbzade: Îran li benda vîna cidî ya Erebistanê ji bo domandina gotûbêjan e
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê got: Îran li bendê ye ku Riyaz vîna xwe ji bo domandina gotûbêjan nîşan bide.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê roja Duşemiyê di civîna xwe ya hefteyî da wek bersiva pirsa IRAN Pressê tevî amajeya bi îdiaya Feysel Bin Ferhan wezîrê derve yê Erebistanê ku gotûbêjên Îran û Erebistanê bibandor daye zzanîn, got: Tiştekî nû neqewimiye û em li benda daxwaza Erebistanê ji bo şopandina gotûbêjan in.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê her wiha got: Beriya vêya mijarên dualî û navçeyî hatine vekolandin, lê mijareke nû neketiye rojeva gotûbêjan.
Xetîbzade her wiha di bersiva pirsekê da derbarê destpêkirina xebata bendava Îlîsûya Tirkiyê û mijara heq û para ava wê, got: Mijarên sînorî û têkildarî rêveberiya avên hevpar, ji mijarên sefera wezîrê derve yê Tirkiyê bo Îranê ye.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî amajeya bi serdana Rêveberê giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enêrjiya Atomê bo Îranê, got: Rafaêl Grosî danûstandinên nêzik tev Rêxistina Enêrjiya Atomê ya Îranê û Balyozxaneya Îranê li Viyenê heye. Ew ji bo hatina bo Îranê hatiye vexwendin û wê zûtirkê serdana Îranê bike.