Emîr-Ebdullahiyan: Vegeriyana giştan bo sozên xwe, xala pêşeng di gotûbêjan da ye
Mijdar 11, 2021 08:41 Asia/Tehran
Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi jinûve-destpêkirina gotûbêjan li Viyenê, got: Vegeriyana hemî aliyan bo sozên xwe xala girîng û pêşneg e.
Husên Emîr-Ebdullahiyan, Wezîrê karên derve yê Îranê tevî amajeya bi sefera Elî Baqirî, alîkaarê siyasî yê Wezareta derve ya Îranê bo Ewropaayê, li twitera xwe nivîsî: Vegeriyana hemî aliyan bo sozên xwe xala girîng û pêşneg e.
Wî her wiha nivîsî: Baqirî ji bo gotûbêja di gel Troîkaya ewropî derbarê Lihevkirina Navokî û pêwendiyên dualî çûye Ewropayê û heta niha di gel rayedarên fransî û almanî di vî warî da şêwiriye.
Komara Îslamî ya Îranê ragihandiye ku meyla xwe bo dewama gotûbêjên Viyenê ji nuqteya asêbûna wê di dorên beerê da tuneye.