Mijdar 10, 2021 11:53 Asia/Tehran
  • Cenazeyê yekemîn xanima şehîd a bêserûşûn hate dîtin

Di dema kolandina termê pakê şehîdan de ji aliyê grûpên lêkolînê yên şehîdan ve, bo yekem car termê xanima şehîd hat dîtin ku yekem xanima şehîd a bêserûşûn e.

Di dema girtina termê şehîdan de ji aliyê grûpên lêkolînê yên şehîdan ve, yekem car termê şehîdekê (çehîda jin) hate dîtin. Ev cenaze ya şehîd Fatima Esedî ye, jineke Kurdistanî ye ku berî çendîn salan ji aliyê kontrayên dijî Înqilabê yên Hizba Demokrat ve hat şehîdkirin.Termê wê yê paqij piştî derbasbûna 37 salan ser şehîdbûna wê û bêserûşûnbûna wê hat dîtin û nûçeya peydabûna termê wê dane bi tenê keça wê ya mayî.

Serdar Seyd Mihemed Baqirzade, fermandeyê Komîteya Lêgerînê ya Serfermandariya Giştî ya Hêzên Çekdar ên Îranê,  Duşemî 8`ê Mijdara 2021, seredana mala keça şehîd Fatima Esedî kir û nûçeya peydabûna meytê vê şehîdê ji yekane kesûkarê wê malbatê re ragihand.

Serdar Baqirzade di vê derbarê de got: “Ev cara yekeme ku em meytê jineke şehîd li qadên operasyonê dikolin û dibînin. Hevjînê wê xanimê karê bîrkolandinê dikir û bo kolandina bîrekê bo du rojan çûbû Bargeha Sipahê Pasdaran a Husênabadê li devera Dîwandereyê û li wir hatibû girtin û di zindaneke ser bi Mistefa Hicrî serkirdeyê Partiya Demokrat de hatibû girtin. Jina wî ya emekdar û dilsoz ku du zarokên wê yên biçûk (kurê wê yê lorik û keça wê ya sê salî) hebûn, hewl dide mêrê xwe azad bike û ji wê pere dixwazin.

Serdar Baqirzade herwiha got: Şehîd Fatima Esedî 200 hezar Tûmen, ku di wê demê de pereyeke zav û berçav bû, bi rêya firotina pez û debara jiyanê bi dest têxe, bi hêviya ku bikaribe hevjînê xwe azad bike.Yên ku diruşmeyaên wan yên wekî parastina mafên gelê Kurd guhê alemê kerr dikir, li ber vê xwîşka me ya azadîxwaz nikarîbûn li ber xwe bidin û piştî mehekê ji îşkenceyên hovane, tevî birayekî Besîcî li bilindahiyan şehîd kirin.

Keça vê xanima şehîdê mezlûm dibêje: Ma gunehê dayîka min çi bû ku bi awayekî hovane hat şehîdkirin? Birayê min di dergûşê de ji birçîtî û bêxwedîtiyê jiyana xwe ji dest da, ev nêzî 40 sal in ez li benda dayika xwe me.

Cenazeyê şehîd Fateme Esedî wê li Sineyê bê definkirin.

Serepeyv