Pêşnimêjê îniyê yê demkî yê Tehranê: Em danûstandinên demdirêj ku nagihêjin encamê qebûl nakin
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê got: "Em ê di wan muzakereyan de amade dibin ku encama wê rakirina hemû boykotan bibe û Îrana Îslamî muzakereyên demdirê ên bê encam qebûl nake."
Li gorî rapora ajansa nûçan a Iran Press`ê, ayetulah "Seyd Ehmed Xatemî" li nimêja siyasî-îbadî ya îro înê (05.11.2021) li zanîngeha Tehranê got: Dirûşma “Mirin bo Amerîka” dirûşma pîroz a gelê Îranê ye, ji ber ku doza vê rejîmê ji bo gelê Îranê reş e û di êrîşa Sedam de bo ser Îranê, destê Amerîkayê tê de bû û sê roj beriya êrişa Rejîma Bees a Iraqê ser Îranê, Brzezinski bi Seddam re hevdîtin kir.
Pêşnimêjê înê yê demkî yê Têhranê her wiha got: Berdewama van xirabî û dijminatiyan diziya nifta Îranê ji aliyê Amerîkayê ve di van rojên dawî de ye û xelk ji ber vê yekê mirin ji bo Amerîkayê dibêjin.
Ayetullah Xatemî got ku Amerîkiyan ji bo muzakereya bi Îranê re çav li rê ne û got: "Em di wan danûstandinan de beşdar dibin ku encama wê rakirina hemû dorpêçan bibe û Îrana Îslamî muzakereyên dirêj û bê encam qebûl nake û em di van danûstandinan de xwe şaşûpaşo nakin."
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê derbarê hin welatên ku şirîkê tawanên Amerîkayê ne û berdewam gefan li Îranê dixwin jî got: Siyaseta cîrantiya baş û toleransê li gel cîranên me di mekteba me de bi nirx e, ez ji cîranan re dibêjim ku Îran wek cîranê we yekem hêza leşkerî ye li herêmê û bi cîranê xwe yê baş û bi hêz re baş tevbigerin û bi hurmet lê nêzîk bibin û nexwe wê dûmana vê yekê bikeve çavên we bi xwe û hûn ê bizanibin ku hûn ê bi rejîma dagirker a Siyonîst re bikevin biniyê bîrê û hûn ê jî ji nav herin.
Ayetullah Xatemî derbarê komployên Amerîkayê yên li dijî Îranê de wiha got: Amerîkayê ji Tebaxa sala 1953`an va li nav civaka navneteweyî de li dijî gelê Îranê komployan dike û sepandina şer û xurtkirina berdewam a Rejîma Siyonîst di bin serokatiya hemû serokên Amerîkayê de ji tawan û kiryarên Amerîkayê ne.
Pêşnimêjê îniyê yê Têhranê her wiha amaje bi êrişa hêzên deryayî yên Supaya Pasdaran bo ser artêşa Amerîkayê ji bo girtina pêşiya dizîna nifta Îranê ji aliyê vî welatî li deryaya Umanê kir û got: Ev pêngava han bi mebesta rûreşkirina Amerîkayê bû û nîşan da ku Amerîka û artêşa wê di tevna pîrhevokê de rûniştine.