Mijdar 05, 2021 16:10 Asia/Tehran
  • Îdiaya Grossî derbarê astegiya çavdêrîkirina navendên navokî yên Îranê

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê Rafael Grossi îdia kir ku çavdêrîkirina navendên navokî yên Îranê zehmet bûye.

Grossî de hevpeyvîna ligel Kanala CNN roja Pêncşemê li kêleka Lûtkeya Avhewayê ya Glasgowê îdia kir ku çavdêriya navokî li Îranê lawaz bûye.

Rêvebirê giştî yê Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Atomê ku ji bo beşdariya li 26emîn Lûtkeya Navdewletî ya Avhewayê çûbû Glasgowê, roja çarşemiyê li gotûbêja bi ajansa Associated Pressê re, pişkinîna navendên navokî yên Îranê bi firrîna di nav ewrên reş û tarî şibhand û îdia kir ku ev rê nikare dirêj dewam bike. 

Grossî hêvî xwest ku di demek nêzîk de vegere Îranê û danûstandinên rûbirû bi rayedarên derecebilind ên Îranê re dest pê bike.

Ajansa Navnetewî ya Enerjiya Etomî erkdar bû ku cîbicîkirina erkên Îranê li gor Lihevkirina Navokî piştrast bike û ji endamên xwe re rapor bike, lê piştî bidawîhatina serokatiya Barack Obama, serokê tundrewê Amerîkayê Donald Trump di 8ê Gulana 2018an de biryarek îmze kir ku li gor wê  Amerîka bi awayekî yekalî ji rêketinama navokî ya piralî û navneteweyî vekişiya û sizayên li ser bernama navokî ya Îranê ku li gorî Rêkeftina Navokî hatibûn rawestandin, piştî demekê vegerandin.

Îranê di heyama salekê de piştî derketina Amerîkayê ji Rêkeftina Navokî, hemû erkên xwe yên li gor vê rêkeftinê bi cih anî, jibo ku derfetê bide welatên ewropî da ku sozên xwe derbarê bê bandorkirina derketina Waşîngtonê ji rêkeftinê bi cih bînin. Lê piştî salekê vekişîna Amerîka ji rêkeftinê, Tehranê ragihand ji ber ku welatên Ewropî sozên xwe bicîh neanîne, dê di çend gavan de erkên xwe yên li gorî Rêkeftina Navokî kêm dike. Kêmkirina erkên Îranê li ser xalên rêketinama navokî bû.

Serepeyv