Mijdar 02, 2021 16:11 Asia/Tehran
  • Xetîbzade: Erka Biden ew e ku civaka navdewletî qayil bike ku îmza wî watedar

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê, sibeha sêşemiyê li ser hesabê xwe yê Twîtterê ragihand ku Joe Biden serokomarê Amerîkayê berpirsiyar e ku civaka navneteweyî ji wan hemû endamên Rekeftina Navneteweyî ya Navokî qayil û razî bike ku îmzaya wî bi rastî watedar û bi nirx e.

Li gorî rapora IRNA`yê, "Seîd Xetîbzade" li ser Twittera xwe li berteka li ser twîttera vê dawiyê ya senatorê komarîxwaz "Ted Cruz" nivîsî: "Cîhan bi tevahî ji tiştê ku" Ted Cruz îtiraf dike dizane: Eva ku rejîmên li Waşîngtonê û îsyanker in."

Xetîbzade got: "Berpirsiyariya Serokê Amerîkayê ye ku civaka navdewletî û hemû endamên Rêkeftina Navdewletî ya Navokî qayil û razî bike ku îmzeya wî bi rastî watedar e û di dewamê de nivîsiye: Ji bo vê yekê pêwîstî bi garantiyên objektîf heye û tu kes tiştekî ji viya kêmtir qebûl nake.."

Senatorê Teksasê Ted Cruz roja Duşemê li ser Twitterê di berteka li hemberî gotina Biden ku soz dabû Waşîngton dîsa ji Rêkeftina Navokî dernakeve, nivîsî ku Biden ti desthilateke qanûnî tine ye ku sozeke weha bide.

"Ted Cruz tweet kir ku ger her peymanek bi Îranê re ji hêla Senatê neyê pejirandin, dê paşê ji hêla serokekomarekî komarxwaz ve were hilweşandin."

Serepeyv