Serdar Celalî: Êrîşa sayberî li ser sîstema ardûgihaniyê, karê Amerîka û Rejîma Siyonîst e
Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl a Îranê bi gotina vêya ku li gorî lêkonînan êrîşa sayberî li ser pergalên ardûyê ji aliyê welatekî biyanî û amerîkî û siyonîstan pêk hatiye, got: Lêbelê em ji hêla lêzanînên teknîkî di halê lêkolînê da ne û bi awayekî tekûz nikarin tiştekî bibjêjin.
Li gorî rapora IRNAyê, Serdar Xulamreza Celalî, Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl a Îranê bi beşdariya di bernameyeke zindî ya televîziyonî tevî amajeya bi êrîşa sayberî li ser pergalên ardûgihaniyê, bi gotina vêya ku ev êîrş di beşa nermalavê da qewimî ku êrîşeke pirr dijwar û jinavbirina wê jî dijwar e, got: Eger êrîş li ser pergala belavkirina ardûyê di beşa amûr û alavan da pêk dihat, hewcetî bi bandorkirin û nifûzê hebû, yanî an kompaniya çêkera alavan di vê êrîşa da mudaxile kiribû an hin alav diviya bihatana çêkirin û li nav sîstemê bihatana cihgirtin.
Wî got: Êrîşa sayberî li ser tabloyên reklamê jî têkildarî êrîşa li ser pergala belavkirina ardûyê bû, lê ji hêla girêdana teknîkî mijar tê vekolandin û me heta niha têkiliyek nedîtiye.
Serokê Rêxistina Bergiriya Sivîl a Îranê di bersiva vê pirsê da ku gelo dibe ku aliyên navxweyî jî destê wan di vê êrîşê da hebe? got: Renge destê aliyên navxweyî jî di vê êrîşa sayberî da hebe; Rêxsitinên ewlehiyê di halê lêkolînê da ne.
Li pey êrîşa sayberî ya Sêşemiya borî li ser sîstemên ardûyê, Benzînxaneyên Îranê tûşî kêşeya raberkirina ardûyê bûn.