Navenda Mafên Mirovan a Îranê: Rapora Raporterê Taybet ê rewşa mafên mirovan li Îranê red kir
Navenda Mafên Mirovan a Komara Îslamî ya Îranê di raporta xwe ya vê dawiyê de bi weşandina daxûyaniyekê, raporta Cawîd Rehman, raportorê taybet ê mafên mirovan li Îranê, neheqî û siyasî da zanîn û ew red kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, di vê daxûyaniyê de, navenda mafên mirovan a Îranê bi tundî pêşkêşkirina raporta li ser rewşa mafên mirovan li Îranê ji aliyê Cavîd Rehman ve şermezar kir û diyar kiriye ku ev rapora bêyî berçavgirtina rastiyên heyî û li ser bingeha helwêstek neprofesyonel, ne dadperwerî û siyasî amade bûye û ew bi tundî red.
Navenda Mafên Mirovan a Îranê destnîşan kirina raportorê taybet ji bo Komara Îslamî ya Îranê ji aliyê welatên rojavayî û bi taybetî ji aliyê Kanadayê ku bi xwe rabihûriyeke nexweş derbarê mafê mirovan heye, planeke ne hiqûqî û siyasî ye û raporên wiha bi qest û xerez li dijî neteweya Îranê diweşîne.
Navenda Mafên Mirovan a Îranê tekezî li ser vê yekê kir: Welatên rojava ku di karnama xwe ya reş de, di şerê ku ji aliyê rejîma Sedam ve li dijî gelê Îranê hat sepandin, çavkaniyên darayî, çekên kîmyayî û alav û kelûpelên şer ên bejayî û esmanî pêşkêşî wê rejîmê kirin û gelek kes ji xelkê Îranê û Iraqê şehîd û birîndar kirin, bi taybetî jî Kanadaya ku hestiyên bi hezaran zarokên xwecihî yên bêguneh ku kuştine di encama kolandinê de di gorên komî de peyda bûn û cîhanê ev cinayeta bi çavên xwe dît, nikare doza mafên mirovan bike.