Baqirî û Mora li biryargeha Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê civiyan
Cotmeh 27, 2021 14:51 Asia/Tehran
Elî Baqirî, Alîkarê Siyasî yê Wezîrê karên derve yê Îranê digel Ênrîke Mora (Enrique Mora), Hevahengkerê Komîsiyona Hevpar a Lihevkirina Navokî li Brûkselê civiya.
Li gorî rapora IRIB Newsê, Îran bibiryar e gotûbêjekê pêk bîne ku boykotên zalimane û neqanûnî bi awayekî tam û bibandor betal bike, asayîkirina peywendiyên ticarî û aborî di gel Îranê misoger bike û agarntîne pêbawer ji bo bêsozînekirina zêdetir dabîn bike.
Hevdîtina Baqirî û Enrique Mora li paş deriyên girtî û li avahiya Yekîtiya Ewropayê li Brûkselê hat lidarxistin.