Emîr-Ebdullahiyan: Têkiliyên Tehran û Bakûyê di bin siya rêzgirtina hevdu de pêş dikevin
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan piştî peywendiya telefonî bi hevtayê xwe yê Komara Azerbaycanê re, ragihand ku pêwendiyên Tehran û Bakûyê di bin siya rêzgirtina hevdu de pêşde diçin.
Li gorî rapora IRNA`yê; Emîr-Ebdullahiyan danê sibê roja yekşemiyê li ser rûpela xwe ya Twitterê nivîsî: Komara Îslamî ya Îranê û Komara Azerbaycanê du cîranên misilman in ku gelek mijarên xwe yên hevpar hene.
Emîr-Ebdullahiyan derbarê pêwendiya telefonî ya duh a bi Wezîrê Derve yê Azerbaycanê Ceyhun Bayramov re, tekez kir ku bi wezîrê derve yê Komara Azerbaycanê re li ser nexşeya rê ya têkiliyên berfireh danûstendinek eşkere, dostane û çêker pêk anî.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê û wezîrê Derve yê Komara Azerbaycanê duh bi telefonê ser têkiliyên dualî û mijarên din gotûbêj kirin.
Emîr-Ebdullahiyan di vê gotûbêjê de bal kişand ser pêwendiyên du wezîran yên vê dawiyê û sipasiya Komara Azerbaycanê kir ji bo berdana du şofêrên îranî û eva gavek erênî da zanîn ji bo hevdu femkirinên pêşerojê.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha xwest ku gavên zêdetir ji bo hêsankirina hatûçûna kamyonên îranî li ser riyên sînorî yên Komara Azerbaycanê werin rakirin.
Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê di vê hevpeyvînê de li ser pêwîstiya bikaranîna helwêsteke erênî ji aliyê du welatan tekez kir û daxwaz kir ku di zûtirîn dem de komîsyona hevbeş a aborî ya her du welatan were aktîvkirin.