Rêberê Giranqedr ê Înqilaba Îslamî: Yekitiya Mislimanan meseleyeke esasî ye
Cotmeh 24, 2021 13:37 Asia/Tehran
Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî ya Îranê yekîtiya misilmanan wekî prensîbeke sereke nirxand.
Hz. ayetullah Xamineyî rêberê giranqedr ê Inqilaba Îslamî, îro (Yekşem) li hevdîtina bi mêvanên Konferansa Yekitiya Îslamî û komek rayedar, tekez kir: Yekitiya Misilmanan ne taktîkek e ku hin kes difikirin û dibêjin ji ber hin mercan divê em niha bi hev re bibin yek, ev gotin ji me re ne prensîb e.
Rêberê Mezin ê Inqilaba Îslamî herwiha got: Bihevrabûna misilmanan pêdivî ye, ger Misilman yek bibin, ewê bi hev re pêş bikevin, ew ê hemî bi hêz bibin.
Rêberê Giranqedr ê Inqilaba Îslamî bal kişand ser: Yekitiya misilmanan ferz û wezîfeyeke teqez a Quranî ye.
Ev nûçe wê bi hûrgiliyên zêdetir were weşandin.