Reîsî: Stratejiya Îranê yekîtiya cîhana Îslamê ye
Serokê Komara Îslamî ya Îranê, Seyd(Sd.) Îbrahîm Reîsî tekez kir: Stratejiya Îranê yekîtiya cîhana Îslamê ye.
Li gorî Navenda Ragihandinê ya Serokomariya Îranê, Sd. Îbrahîm Reîsî îro di civîna kabîneya dewletê, salvegera jidêbûna pêxemberê hêja yê Îslamê Hz. Muhemedê Mustefa (S) û Îmamê şeşem ê şîeyên cîhanê Hz. îmam Ceferê Sadiq (es), herwiha Hefteya Yekitiyê li gişt misilmanan û hazirên civînê pîroz kir û got: Stratejiya Îranê yekîtiya cîhana Îslamê ye û stratejiya dijminan jî çêkirina neyarî û dûrxistina ji hevdu ye.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê herwiha got: Pêxemberê hêja yê Îslamê û Ehlê Beytê wî hezretî, kilît û sirra yekîtiya cîhana Îslamê û civaka mirovan in.
Reîsî di dewamê de got: Kî ku bi zanebûn an nezanî li dijî yekîtiyê tevbigere ya rast di çarçêva berjiwendiyên dijmin de gavan davêje.
Serokê Komara Îslamî ya Îranê tekezî li ser vê yekê kir ku divê em hemû hewl bidin ku yekîtiya di navbera neteweya misilman a Îranê de ji her etnîk û her olekê pêk wer û were parastin û di dewamê de got: "Ev mijar ne taktîk e, belkî stratejiya Komara Îslamî ye."
Reîsî bi bîr xist: Ev nayê wateya tevlîhevbûn û yekbûna hemû nijad, ol, raman û zaravayan, lê belê ev tê wateya dûrketina ji dubendî û neyariyê û tê wateya hevfikiriyê ser armanca stratejîk a Komara Îslamî yanî pêşketinê ye.