Nûnerê Meclîsa Îranê: Bila serokên hin welatên cînar ji aliyê rejîma zarokkuj a siyonîst neyên xapandin
Cotmeh 18, 2021 09:32 Asia/Tehran
Cîgirê Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Em hişyariyê didin serokên hin welatên cînar ku ji aliyê rejîma zarokkuj, pûşekî û vala ya siyonîst va neyên xapandin.
Îbrahîm Ezîzî, Cîgirê Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê tevî amajeya bi alûgorên vê dawiyê yên Komara Azerbaycanê, got: Van rojan em tevgerên Komara Azerbaycanê û reftarên bêyî bingeha cînaretya baş dibînin.
Cîgirê Serokê Komîsiyona Ewlehiya Neteweyî û Siyaseta Derve ya Meclîsa Şêwraya Îslamî ya Îranê got: Em kiryarên siyonîstan dibînin, xwezayî ye ku israîlî divê bersiva kiryarên xwe li navçeyê bidin.