Emîr-Ebdullahiyan sibê li Tehranê mêvandariya hevpîşeyê xwe yê Venezuelayî dike
Cotmeh 17, 2021 23:04 Asia/Tehran
Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Felix Placencia dê danê sibê ya roja Duşemê li Tehranê bi Wezîrê Karên Derve yê Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan re bicive.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Farsê, Wezîrê Karên Derve yê Komara Îslamî ya Îranê, Husên Emîr-Ebdullahiyann, 5ê Cotmehê, di pêwendiyek têlefonê de bi hevpîşeyê xwe yê Venezuelayî, Felix Placencia re, rewşa dawîn a têkiliyên dualî û hevkariya di navbera du welatan hilkoland.
Di pêwendiya telefonî de, her du aliyan tekezî li ser şopandina rêkeftinan û amadekirina nexşeriyekê ji bo têkiliyên dualî, û her weha serhevda anîna hûrguliyên projeyên hevkariya aborî di serdana pêşerojê ya Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê ji Tehranê de, ku dê sibê pêk were, kirin .