Amara herî dawiyê ya pêketiyên Koronayê û miriyên ji ber wê li Îranê
Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 199 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê welêt gihêşte 124 hezar û 75 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro Yekşemiyê 17ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 11 hezar û 515 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin. Ji wan hezar û 482 nexweş di nexweşxanan de hatin razandin û yên din di mala xwe de di karantîneyê man.
Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 784 hezar û 815 kesan.
Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 324 hezar û 108 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.
Di şev û roja borî de, milyonek û 285 hezar û 245 dozên vaksîna koronayê li welêt hatine lêdanê.
Navenda Pêwendî û Ragihandinê ya Wezareta Tenduristiyê ya Îranê ragihand: Heya nuha, 48 mîlyon û 474 hezar û 187 kes yekem doza vaksîna koronayê û 24 mîlyon û 169 hezar û 335 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine û jimara giştî ya vaksîna hatî lêdanê li welêt gihîştiye 712 mîlyon 643 hezar û 522 dozê.