Bersiva Îranê bo îdiayên Serokê Komara Azerbaycanê
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê îdia û angaştên ecêb ên nû yên Serokê Komara Azerbaycanê li dijî Komara Îslamî ya Îranê di civîna Serokên welatên Berjewendî-hevpar bi tundî şermezar kirin û ew sexte dan zanîn.
Seîd Xetîbzade, Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê derbarê îdiayên dijî Îranê yên Îlham Eliyêv, Serokê Komara Azerbaycanê got: Hilêxistina tawanên wisa medyayî tenê li tûşa berjewendiyên Rejîma Siyonîst ji bo bandorkirina li ser peywendiyên dostane yên du gelên Îranê û Komara Azerbaycanê ne.
Xetîbzade tevî tekeziya li ser rola pêşeng a Komara Îslamî ya Îranê di warê têkoşîna dijî qaçaxa madeyên hişber, destnîşan kir: Pêşkêşkirina bi hezaran şehîd û birîndarî di heyama 40 salên borî da di warê têkoşîann dijî vê diyardeya kirêt tenê belgeyek ji hewildanên sozdarane û berdewam ên Komara Îslamî ya Îranê di vê riyê da ye ku bi caran ji aliyê saziyên navneteweyî va hatiye destnîşankirin.
Berdevkê Wezareta karên derve ya Îranê tevî tekeziya li ser peywendiyên xurt û birayane navbera du gelan, got: Tevî peyamên xusûsî û erênî ku ji aliyê Bakûyê va di têkiliyên cûr bi cûr tên wergirtin, qestek ji bo hilêxistina axaftinên medyayî yên bêbingeh ji aliyê Bakûyê va heye ku helbet di cihê xwe da dê bi awayekî guncan bêbersiv nemîne.