Gotûbêja wezîrên derve yên Îran û Libnanê li Beyrûtê û Press Konferansa wan
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan û wezîrê derve yê Libnanê îro li Beyrûtê bi hev re gotûbêj kirin.
Li gor daxuyaniya Wezareta Karên Derva, Husên Emîr-Ebdullahiyan îro pêncşemê danê nîvro li Wezareta Karên Derva ya Libnanê bi hemtayê xwe yê Libnanî Abdullah Bûhebîb re hevdîtin û gotûbêj kir.
Wezîrên karên derve yên Îran û Libnanê piştî vê hevdîtinê di press-konferansekê de beşdar bû.
Wezîrê karên derve yê Îranê,di vê press-konferansê de got: "Heke niyetek rastîn ji aliyek din ve hebe û ew hemî vegerin ser sozên xwe yên li Rêkeftina Navokî, Tehran dê vegere ser soz û peyamên xwe. Ji Tehran re sozên devkî yên Amerîkayê û îdîayên bê emel bê çalakî yên sê welatên Ewropî nabin belge û pîvan ku ji bo vegera Komara Îslamî ya Îranê bo danûstandinan.
Emîr-Ebdullahiyan herwiha diyar kir: Di peymana navokî de, Îran tenê welat e ku heya demên dawiyê pabendî erkên xwe ma û em ê vê rêbaza hanê li gorî tevgerên hevbeş ên aliyan din dîsa vejînin.
Wezîrê karên derve yê Îran di dewama vê press konferansê de dîsa amadebûna Îranê ji bo alîkariya Lubnanê wekiland.