Emîr-Ebdullahiyan bi Serokwezîrê Libnanê re civiya
https://kurmanci.sahartv.ir/news/Îran-i329292-emîr_ebdullahiyan_bi_serokwezîrê_libnanê_re_civiya
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di dewama hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Libnanî re, îro Pêncşemê bi Serokwezîrê vî welatî Necîb Mîqatî re civiya û ser mijarên curbicur pê re gotûbêj kir.
(last modified 2023-08-22T12:53:26+00:00 )
Çirî 07, 2021 20:51 Asia/Tehran
  • Emîr-Ebdullahiyan bi Serokwezîrê Libnanê re civiya

Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di dewama hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Libnanî re, îro Pêncşemê bi Serokwezîrê vî welatî Necîb Mîqatî re civiya û ser mijarên curbicur pê re gotûbêj kir.

Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdulahiyan îro nîvro ser dema Libnanê, li ofîsnivîsgeha serokwezîrê Libnanê li Beyrûtê bi Necîb Mîqatî re hevdîtin pêk anî.

Emîr-Ebdulahiyan ku şeva borî gihêşte Beyrûta paytexta Libnanê, îro berê hevdîtina bi serokwezîrê vî welatî re bi Serokomar Michel Ewn û serokê parlemana Libnanê Nabih Berri re civiya.

Di van hevdîtinên cihê de, Emîr-Ebdulahiyan li ser piştevaniya xurt a Komara Îslamî ya Îranê ji Libnanê û amadebûna Têhranê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên berfireh ji vî welatî re tekez kir.