Emîr-Ebdullahiyan bi Serokwezîrê Libnanê re civiya
Wezîrê Karên derve yê Komara Îslamî ya Îranê Husên Emîr-Ebdullahiyan di dewama hevdîtinên xwe yên bi rayedarên Libnanî re, îro Pêncşemê bi Serokwezîrê vî welatî Necîb Mîqatî re civiya û ser mijarên curbicur pê re gotûbêj kir.
Li gorî rapora IRNA`yê, Husên Emîr-Ebdulahiyan îro nîvro ser dema Libnanê, li ofîsnivîsgeha serokwezîrê Libnanê li Beyrûtê bi Necîb Mîqatî re hevdîtin pêk anî.
Emîr-Ebdulahiyan ku şeva borî gihêşte Beyrûta paytexta Libnanê, îro berê hevdîtina bi serokwezîrê vî welatî re bi Serokomar Michel Ewn û serokê parlemana Libnanê Nabih Berri re civiya.
Di van hevdîtinên cihê de, Emîr-Ebdulahiyan li ser piştevaniya xurt a Komara Îslamî ya Îranê ji Libnanê û amadebûna Têhranê ji bo pêşkêşkirina alîkariyên berfireh ji vî welatî re tekez kir.