Cotmeh 05, 2021 21:44 Asia/Tehran
  • Amara herî dawiyê ya Koronayê li Îranê

Wezareta Tenduristî û Perwerdeya Pizişkî ya Îranê ragihand; Di 24 saetên borî de, 216 nexweşên din ên koronayê jiyana xwe ji dest dan û bi vî awayî jimara miriyên ji ber Koronayê gihêşte 121 hezar û 563 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê îro  Sêşemiyê 5ê Cotmea 2021 ragihand, di nav 24 saetên borî de 13 hezar û 226 kesên din bi vîrusa Koronayê ketin.

Bi van pêketiyên nû jimara giştî ya kesên ku heta niha li Îranê bi nexweşiya Covid-19 ketine, gihîştiye 5 milyon û 651 hezar û 961 kesan.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê her wiha da zanîn ku heya niha 5 milyon û 135 hezar û 887 nexweşên koronayî li Îranê baş bûne û vegeriyane malên xwe.

Vê wezaretê herwiha ragihand di şev û roja borî zêdetirî 898 hezar dozên vaksîna Korona li welat hatin lêdanê.

Wezareta Tenduristî û Perwerdehiya Pizişkî ya Îranê diyar kir ku heya nuha, 42 mîlyon 449 hezar û 726 kes doza yekem a vaksîna Koronayê û 17 mîlyon 208 hezar û 581 kes jî doza duyemîn a vê vaksînê wergirtine, û jimara giştî ya dozên vaksîna Koronayê ku hatine lêdanê gihîştiye 59 mîlyon 658 hezar û 307 dozan.

Serepeyv