Xetîbzade: Divê muzakere mafên Îranê misoger bike
Cotmeh 05, 2021 21:16 Asia/Tehran
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê destnîşan kir: Gotûbêjên ser Rêkeftina Navokî divê mafên Îranê dabîn bikin.
Seîd Xetîbzade, berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê, li ser hesabê xwe yê twîtterê nivîsiye: "Dema ku pêvajoya pêdaçûnê ya navxweyî li Îranê biqede, emê vegerin Viyenayê."
Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Komara Îslamî ya Îranê di dewamê de nivîsiye ku wî di hevpeyvînekê de bi France 24 re gotiye: "Ti pêşmerc tune ne," .
Xetîbzade herwiha nivîsî: "Armanca tekane ya Komara Îslamî ya Îranê ew e ku gotûbêj mafên Îranê misoger bike, di nav de temînatên guncaw bidin ku vê carê Amerîka dê bi rastî pabendê peymanê bibe."