Tedbîqata "Fatihên Xeyberê" wê stratejiya herêmê biguherîne
Fermandeyê Tûgaya(Tîpa) 25emîn a hêzên taybet ên bertekên lezgîn a Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ya li Tewîzê, tekez kir tedbîqata "Fatihên Xeyberê" wê stratejiya herêmê biguherîne û di dewamê de got: Karîn û taybetmendiyeke vê Tûgay, lezgîniya wê ya bertek nîşandayînê ye, ku zû dikeve nav operasiyonê û di warê cihanîna wezîfedariya xwe de ti derfetekê nade dijmin.
Fermandeyê Tûgaya(Tîpa) 25emîn a hêzên taybet ên bertekên lezgîn a Artêşa Îranê serheng(albay) Elî Dilawer îro got: Hemû hedefên Tûgaya Hêzên Taybet a 25-an ku ji berê ve hatibûn destnîşankirin hatin rûxandin û wezîfeyek din a girîng a vê tûgayê bi tevahî û bêyî xeletiyeke herî piçûk cih hat.
Serheng Elî Dilawer herwiha got: "Di vê tetbîqata mezin de, peywira eskortê û dabînkirina alav û amûrên ku di tetbîqatê hatine bikaranînê li ustiyê komandoyên Tûgaya Hêzên Taybet a 25 -an bû ku bi moral û cengaweriya jorîn a kedkaran hemî berpirsiyariyên radestkirî baş hatin cihanîn. "
Serheng Dilawer tekeziyê li ser daxuyaniyên berpirsên leşkerî û siyasî yên Îrana Îslamî yên derbarê fesadiya hin welatên cîran û hebûna Rejîma Siyonîst û terorîstên DAIŞê li navçê kir û ev reftarên dûr ji adetên siyasî şermezar kir.û got: Tedbîqata "Fatihên Xeyberê" yek ji girîngtirîn wezîfeyên hêzên çekdar ên li herêmê bû û peyama wê aştî û dostaniya dost û cîranên Îrana Îslamî ye, lê eva bi tenê quncikek ji şiyanên zarokên jêhatî û bi hêz ên vê axa pîroz e ku teqez dê stratejiya heyî ya herêmê biguherînin.
Tedbîqata "Fatihên Xeyberê" a Hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê ji duh yekê Cotmehê bi beşdariya Tûgayên 216 û 316 yên zirihî, Tûgaya 25'an a topxanê, Koma Droneyan, Koma endazyariya şervaniyê ya bi piştgiriya helîkopterên hêza veguhestin û şervaniya hewayî, li herêma bakurê rojavayê welêt û di navbera bejahiya Poldasht-Colfa de dest pê kir.