Despêbûna Tedbîqata "Fatihên Xeyberê" li bakurê rojavayê Îranê
"Fatihên Xeyberê" ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê li bakûrê rojavaya welêt destpê bû.
Tedbîqat û manovra "Fatihên Xeyberê" ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê îro Înê bi amadebûna Tûgaya Zirxî ya 216, Tûgaya Zirxî ya 316, Lîwaya 25, Koma 11 a Topavêj, Koma Droneyan, Koma Cengal, Koma Endezyariya Şervaniyê a 433 bi piştgiriya Helîkopteran veguhestinê û şervaniyê li herêma giştî ya bakurê rojavayê Îranê dest pê kir.
General Kiyomers Heyderî, Fermandarê hêza bejahî ya Artêşa Komara Îslamî ya Îranê got: "Tetbîqeta Fatihên Xeyberê wê ji bo ceribandina çek, alavên herî dawîn û pêşketî û nirxandina amadetiya şervaniyê ya Hêzên Çekdar bi zûtî cih tê."
Fermandarê hêza bejayî ya artêşê got: `` Hebûna veşarî û eşkera ya mirovên Rejîma Siyonîstî û ihtimala hebûna hejmarek berçav ji têrorîstên DAIŞê li navçeyê girîngiya vê meşq û tetbîqatê zêde dike.
Li gorî gotina fermandarê hêza bejahî ya artêşa Îranê: Di tetbîqata îro de, balafirên bêpîlot ên nîşangirên menzîl dirêj; Pergalên Cengalî û du çekên dijî zirhî têne nimandin û ceribandin